Derbarê BuBS

Em kî ne

Em saziyek navendî û serbixwe ne ku Gilîyan ji penaberan, karmendên Kampên Niştecihbûnê an jî Kesên Alîkarên Penaberan, da ku wan bigihînin Dezgehên   Berlînê yên Berpirsiyar.

Birêveberiya Senatoyê ji bo Kar, Karûbarên Civakî, Wekheviya Zayendî, Integrasyon, Pirrengî û Dijcudakariyê (SenIAS) Johanniter-Unfall-Hilfe eV Erkdar kir ku ofîsa giliyan bixebitîne. Rêxistina alîkariyê Johanniter-Unfall-Hilfe e.V di gelek qadên civakî de çalak e. Her çende BuBS ji hêla Rêveberiya Senatoyê (SenIAS) ve  têt fînanse kirin  jî, ew wekî  Saziyekî ji wê serbixwe ye. BuBS ji hemî Dezgehên Hikûmetê û herweha Rêveberên Kampan serbixwe ye.

Tîma me bi cihêrengiya xwe ya mezin ve tête diyar kirin: em ji 15 welatên cihê yên tên û bi 16 zimanan diaxivin. Gelek xebatkarên me bi xwe  jî Penaber in. Ev cihêrengî ji me re dibe alîkar ku em hemî aliyên Rengîniya çandî baştir fêm bikin.

Armancên me:

  • Başkirina rewşa penaberan li Berlînê
  • Bi penaberan, Dezgeh û Rêvebirê niştecihbûnê re baştirîn çareserî bibînin
  • Balkişanina Dezgehên Hikumetê li ser Pirsa Penaberan li Berlin
  • Ronîkirina Mafên Penaberan
  • Piştgiriya Barhilgirên Kampan di aliyê birêvebiriya durist de

Tîma me

Pirrengî ji bo me pir girîng e û ev yek di tîmê me de xuya dike. Nêzîkî 30 hevkarên me ji 15 welatên cihê di Tîmên cuda de ji bo piştgirîkirina penaberên li Berlînê dixebitin. Hin ji me serpêhatiyên  Penaberiyê dîtine û bi wan kesan re parve dikin, ewên Têkiliyê bi me re dikin.

Tîma me ji Serkêş , Şêwirmend, Girûpa   Rrêvebiriyê, Gilîwergir, Karmendên civakî û koordînatorên Torê pêk tê.

Em niha bi van zimanan diaxivin: Erebî, Azerî, Darî, Almanî, Îngilîzî, Farisî, Fransî, Kurdî, Manînkî, Paşto, Gurcî, Viyetnamî, Rûsî, Tîgrînî, Tirkî û Ukraynayî. Ger hewce be wergêrên zimanê Lalan û wergêrên zimanên din dikarin bêne organîze kirin.

Raman ji ku hat:

projeya pilot

Raman ji çîrokek pir taybetî hat:

Hemî di sala 2017-an de bi komek 40 jinên penaber ên Çalak ji Pankow dest pê kir û di Ofîsa serbixwe ya Giliyan  ya Berlînê de bi dawî bû. Ev jinên ji temen û Bingehên cuda bûne “koma şopandinê”. Ew pabend bûn ku tiştên ku li pişt deriyên Kampên Nişteciyan-Penaberan li Berlînê eşkere bikin. Armanca wan ew bû ku Deng û guh bidin kesên ku zêde nayin Dîtin û Bihîstin.

Bi hev re bi ofîsa Integrasyonê ya Pankow , Koma Şopandinê Bingeha Modêla Projekî    ji bo Ofîsa giliyan ya serbixwe bi çar taybetmendiyên bingehîn pêşxist: serbixwe, nizm, pirzimanî û çalak. Projeyek pîlot ji hêla Rêveberiya Senatoyê (SenIAS) ve ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê yên li cihê penaberan li Berlînê hate destpêkirin. Penaberên berê ji bo ku Pirsgirêkan Çareser bikin,Alîkriya Nişteciyên nû kirin ji bo behsa wan bikin û werin Çareserkirin. Proje serketî bû û bû sedema banga fermî ji bo Ragihandina “Ofîsa Giliyan ya serbixwe ya Berlînê – BuBS”, ku ji hêla Johanniter-Unfall-Hilfe e.V. hat Bidestxistin. Îro, BuBS bi hezaran gilî ji seranserê Berlînê digire, di komîteyên taybetî yên ku bi Berpirsyaran re, Rêveberiya Senatoyê ya  Integratisyon, Kar û Karûbarên Civakî (SenIAS) û înîsiyatîvên alîkariya penaberan li ser çareseriyên Mayinde hatine afirandin de dixebite û ji 25-ê îlona 2021-an vir ve di Yasayên Berlînê de hatine Danîn.

Raport û Alavên Agahdariyê

Raporta salane

Rapora dawîn a ofîsa serbixwe ya Giliyan ya Berlînê (BuBS) ji bo sala 2021& 2022.

Poster

Postera BuBS bi forma A2.

Belavo

Belavokên BuBS  X4 Çap.

Komîta Şêwirmendiyê

Rêvebiriya Senatoya Berlînê (SenIAS)bi Erênî lê dinêre dema ku penaber an jî kesên din Gilî li ser kêmasiyên heyî dikin.karûbarên Rêvebirinê bi giliyan bi berdewamî dikare were baştir kirin.BuBS giliyên hatine wergirtin di databasekê de tomar dike û bi rêkûpêk wan (wek statîstîkên nenas) pêşkêşî Komîteya şêwirmendiyê dike ji bo Guftûgoyê. Armanc ew e ku pirsgirêkên binesaziyê kifş bikin û pêşkeftinên pêwîst pêk bînin. Ev pêşketin, bo nimûne, bi Başkirina li ser asta siyasî yan fermî dikarin bên bidestxistin.

Komîteya Şêwirmendiyê her sê mehan carekê dicive û ji van Aliyan pêk tê:

  • Serok: sekreterê dewletê bo Integrasyon û karûbarên civakî
  • Nûnerên Dezgehên cuda yên Berlînê li ser asta Herêm û navçeyan
  • Nûnerên Encumena Penaberan
  • Nûnerên Penaberan
  • Rêxistin û Birêvebirin: karmendên BuB

Barhilgir: Johanniter-Unfall-Hilfe e.V.

Johanniter-Unfall-Hilfe e.V yek ji mezintirîn Rêxistinên Alîkariyê li Elmanyayê ye û li gorî kevneşopiya Ordera Protastan Xizemeta Mirovan dike. Karên Johanniter xizmetên rizgarî û bijîjkî, parastina sivîl û perwerdehiya alîkariya yekem in. Bi ser de, lênêrîn û hemşîrekirina mirovên pîr û nexweş, bangên lezgîn ên malê, piştgirî û lênihêrîna zarok û ciwanan, karûbarê mêvanxanê, arîkariya penaberan û entegrasyonê, alîkariya bêmal û karûbarên din ên xêrxwaziyê hene.

Agahiyên bêhtir dikarî li bibînî vir .