Pêvajoya Gilî

Kî dikarê Têkiliyê bi me re bike?

Penaberên ku li Berlînê qeydkirî ne, li kûdera Bajêr bin

Hemû penaberên ku li Berlînê qeydkirî ne, dikarin li cem me  gilî li ser Dezgehek Berlînê an jî cîhê xwe bikin. Ne xeme çi bi tere hebe, yan li kur dijî.

Karmendên ji Kampên penaberan

Karmendên cîhên penaberan jî dikarin giliyê xwe bikin ger ku armanca giliyê baştirkirina rewşa jiyanê ya niştecihên penaber be.

Xwebexş Karmendên dilxwaz

Xwebexşên dilxwaz jî dikarin  ji bo penaberan gilî bikin.

Piştgir divê ji aliyê Penaber ve erkdar bê.

Pêvajoya Gilîkirinê bi vî awayî çêdibê

Gava 1ê

Karmendên me wê giliyên we bi zimanê we yê zikmakî iEm bi Erebî, Azerî, Darî, Elmanî, Îngilîzî, Farisî, Fransî, Kurdî, Manînkî, Paşto, gurcî, Viyetnamî, Rûsî, Tîgrînî, Tirkî û Ûkranî diaxivin. Wergerandina Zimanê Lala û Zimanên din jî dikarin bêne Peydakirin. wergirin.

Unsere Mitarbeiter:innen nehmen Ihre Beschwerde in Ihrer Muttersprache iWir sprechen Arabisch, Aserbaidschanisch, Dari, Deutsch, Englisch, Farsi, Französisch, Kurdisch, Maninka, Paschto, Russisch, Tigrinya, Türkisch und Ukrainisch. Sprachmittlung für andere Sprachen und für Gebärdensprache kann organisiert werden. auf.

Hûn dikarin bi têlefonê, bi forma pêwendiyê ya li ser malpera me, bi E-Mail, bi Nûçe bigihêjin me an jî hûn dikarin werin Ofîsa me ya li Neukölln.

Hûn Biryar didin ka hûn bi Jinekê  an Mêrekî re bipeyivin.

Hûn di Kampên LAF de dijîn? Hûn  dikarin di Demjimêrên şêwirdariya BuBS de rasterast bi Gilîwergirên me re biaxivin. Demjimêrên BuBS Mehê carekî an du caran pêk tên. Dem li  wir têne Daleqandin.

Hemî Danûstandin nehênî ne û dibe ku Gilî nenaskirî jî bin. Heger hûn bixwazin, tenê hingî emê Agahiyan bidin.

Wateya vê:

  • Em navê we an Daneyên Têkiliyê parve nekin.
  • Em ji kesî re nabêjin ku hûn li cem me bûn.
  • Em ji kesî re nabêjin ku hûn li ser çi bi me re axivîne.
  • Ne Pêwîste ku hûn navê xwe ji me re bibêjin.

Gava 2ê

Tîma me ya Civakî dê Şîretan li we bike ka mirov çawa Giliyê xwe bike û bi awayê ku hûn dixwazin binivîse. Dûvre Emê Giliyê we wergerînin Elmanî û bişînin ji Dezgeha Berpirsyar re.

Unser Sozialteam berät Sie über die weitere Vorgehensweise und schreibt Ihre Beschwerde so, wie Sie es möchten. Wir übersetzen Ihre Beschwerde dann ins Deutsche und leiten diese an die zuständige Behörde weiter.

Heger hemûî Agahî û Belgeyên pêwîst hebin, em ê karê Bîrokratîk  ji we re bigrin ser Milên xwe û herî zêde di nava Hefteyekê de Giliyan ji Dezgeha Berpirsiyar re bişînin. Di Rewşên pir Lezgîn de, em ê Giliyê yekser binivîsin û bişînin.  Hûn dê kopiyekî ji Nivîsê wergirin.

Agahiyek girîng:  BuBS bi fermî ji hêla Rêveberiya Senatoya Berlînê ve hatiye Erkdarkirin, lê serbixwe ye, ne bi ti Dezgeh û ne jî bi  Rêberên Kampan ve Girêdayî ye.

wateya vê:

  • Dezgeh û Rêvebirên Kampan ne Hevkarên me ne.
  • Serpereştên Dezgehan û Rêvebirên Kampan nikarin ti Dane, Belge û Agahiyan ji me bixwazin.

Gava 3ê

Heger Pirsên we li ser Bersiva Berpirsyaran li ser Giliyên we hebin, em ê bi  kêfxweşî Alîkariya we bikin.

Heger Pirsên we li ser Bersiva Berpirsyaran li ser Giliyên we hebin, em ê bi  kêfxweşî Alîkariya we bikin.

Hûn ê Nameya Bersivê ya berfireh rasterast ji Berpirsyaran wergirin . Heke hûn naxwazin Nav û Daneyên pêwendiya we ji Dezgehan re werin Şandin, hûn dikarin Destûrê bidin me ku em Bersivê wergirin û dûvre ji we re bişînin.

Em ê bi kêfxweşî bibin Nameya Bersivê ji we re wergerînin û heke hewce be, Gavên din yên pêwîst ji we re Ronî bikin.

Hegr Bersiva Dezgehan pir dirêj bike, helbet em ê bişopînin.

Wekî din Giliyê min dê çawa were bikaranîn?

Ji bo baştirkirina kwalîteya Kampan û karê Dezgehên Berlînê, hemî gilî û gazinên hatine wergirtin jî di Statîstekê de têne Tomarkirin. Daneyên we yên kesane di van statîstîkan de nayên Tomar kirin. Nirxandina statîstîkan bi rêkûpêk ji komîteyekê re tê Şandin ku girêdayî Ofîsa Giliyan (Komîteya Şêwirmendiyê) ye û tê de karmendên payebilind ên Dezgehan û herweha Nûnerên Civaka sivîl, û penaber jî di navde hene. Li ser bingeha giliyên ku bi îstatîstîkî hatine nirxandin, ev komîte biryar dide ku ji bo rakirina kêmasiyên ku di giliyan de hatine destnîşan kirin, guhertinên bingehîn hewce ne..

Em çi Giliyan Qebûl dikin?

Em hemî Gilî û gazinên ku li ser Kampên penaberan an Dezgehên Berlînê Qebûl dikin. Heger ne Karê BuBS  bê, em ê we bişînin Cihê Berpirs.

Gilî dibê wek Mînak ev bê:

  • Demekî dirêje hûn li benda Biryara Alîkariyê ne, ji hêlaf LAF/Jobcenter/Amt fûr Soziales.
  • Di Metbexan, an jî di Odeyan de Kêmasî hene û her çiqas we Gilî jî li wan kiribe Rêvebirî guh nade we.
  • Çênabê Serdanên we werin.
  • WiFi(WLAN) li Kampê nîne, ji ber vê yekê Zaroka we nikarê beşdarî Dersên Online bibê  û hûn bi xwe jî nikarin  Antragên xwe pêk bînin.
  • LAF bersiva E-Mailên we nadê an hûn nikarin bi têlefonê bigihin wan.
  • Hûn Nexweş in, lê çend Heftî ne  li benda Karta xwe ya Tenduristiyê ne.
  • Sala nû ya Dibistanê dest pêkiriye û Zaroka we bê Cih e.
  • Karmendên Ewlehiyê yên Kampê  an yên Dezgehekî Gef li we, an hûn Pîs kirine.

 

Heke hûn nebawer bin jî ,ku  em Cihê Duristin ji bo Pirsgirên  we, tevlî welê jî Têkiliyê bi me re bike, emdikarin bi hevre Zelal bikin.

Belgekirin û parastina Daneyan:

Hemî Agahî ji hêla me ve  tên Belgekirin (Dîjîtal û li ser kaxezê). Tenê karmendên Berpirsiyar ên BuBS dikarin Daneyên we bibînin. tenê wextê hûn bixwazin em dikain bidin aliyekî dîtir.Hemî Agahî piştî Salekî tên Jêbirin. Mafê Giliker heye ku di her Wextî de Daneyên xwe yên Kesane bibînin, Serrast bikin an t Temam bikin. Li vir hûn dikarin Agahiyên bêtir bibînin Parastina daneyan.

 

Pirs û Bersiv

Gilîker

K
L
Kî dikarê Gilî li cm BuBS bikê?

  • Penaberên ku li Berlînê Tomarkirî ne, çi di Kampan de bin yan jî di Xaniyan de
  • Karmendên Alîgirên Penaberan
  • Xwebexşên Piştgirên Penaberan

PS: Alîgirên Erkdar pêdivî Wekaleta Penaber in e.

K
L
Ez dikarim li ser çi Gilî bikim?

Em hemî Giliyên li ser Kampan an Dezgehên Berlînê werdigirin. Li ser çi bê jî.

Gilî dibê wek Mînak ev bê:

  • Demekî dirêje hûn li benda Biryara Alîkariyê ne, ji hêlaf LAF/Jobcenter/Amt fûr Soziales.
  • Çênabê Serdanên we werin.
  • • Sala nû ya Dibistanê dest pêkiriye û Zaroka we bê Cih e.

zêdetir Mînak hene Li jora Rûpelê

Heke hûn nebawer bin jî ,ku em Cihê Duristin ji bo Pirsgirên we, tevlî welê jî Têkiliyê bi me re bike, emdikarin bi hevre Zelal bikin.

K
L
Ez çawa dikarim li cem BuBS Gilî bikim?

Hûn dikarin bi Têlefonê, bi Forma pêwendiyê ya li ser malpera me, bi E-Mailê, bi WhatsAppê an jî hûn dikarin werin Ofîsa me ya li Neukölln.

Hûn di Kampên LAF de dijîn? Hûn dikarin di Demjimêrên şêwirdariya BuBS de rasterast bi Gilîwergirên me re biaxivin. Demjimêrên BuBS Mehê carekî an du caran pêk tên. Dem li wir têne Daleqandin.

K
L
Çi ji Giliyê min tê?

Pêşî, em bi hevre Zelal dikin ka hûn li ser çi Gilî dikin û aArmanca we çiye.Tîma me ya Karê Civakî Giliyên we dinivîsê, wek hûn dixwazin. Piştr em ê Giliyên we wergerînin Elmanî û ji Dezgehên Berpirsiyar re bişînin. zêdetir bibînî Li serê vê Rûpelê

K
L
BuBS çi dike?

Em Giliyên penaberan Tomar dikin û ji Dezgehên Berlînê re dişînin. Em her weha statîstîkên Nenas diafirînin da ku kiwalîteya Kampan û Karê Dezgehên Berlînê baştir bikin

K
L
BuBS çi nakê?

  • Em Şîretên Yasayî û Civakî nakin.
  • Em ji bo Lêgerîna Xaniyan, Pexçên Zarokan, Dibistan an Kar Alîkariyê nakin.
  • Em di Werger û Wergêranê de Alîkariyê nakin.
  • Em di Dagirtina Antragan de, çi jî bê, Alîkariyê nakin.

K
L
Ma divê ez Pera bidim?

Na.

K
L
Ma ez dikarim nenas jî Gilî bikim?

Erê.Tevlî ku hemî Axaftinên bi me re bi gelemperî nepenî ne, ne hewce ye ku hûn Navê xwe ji me re bêjin.

Her weha hûn dikarin Biryar bidin ku em Daneyên kesane yên we ji keskî din re neşînin. Tenê wextê hûn bixwazin ,em dikarin bişînin.

Lêbelê, di Giliyek nenas de, nikare were Misogerkirin ku Gilî ji hêla Rexê Berpirs ve were Lêvekolînkirin.

K
L
Wateya "nenas" çi ye?

Ev tê wê wateyê ku hûn ne Mecbûr in ku hûn Navê xwe, an bi gelemperî, Daneyên kesane bidin me da ku hûn gilî bikin.

Ger hûn Daneyên xwe yên kesane bidin, lê bixwazin ku Giliyê we bi rengekî nenas ji Saziya Berpirsiyar re were Şandin, ev tê wê wateyê ku Nasnameya we êdî nema têt Naskirin.

Lêbelê, di Giliyek nenas de, nikare were Misogerkirin ku Gilî ji hêla Rexê Berpirs ve were Lêvekolînkirin.

K
L
Çi Wateya "Hemû Axaftin nehênî ne"?

Wateya wê:

  • Em Navê we an Daneyên Têkiliyê nadin ti Alian.
  • Em ji kesî re nabêjin ku hûn li cem me bûn.
  • Em ji kesî re nabêjin ku hûn bi me re li ser çi Axivîn.

K
L
Ma Navê min, Jimara Têlefonê, an Daneyên min yên kesane wê ji Kesekî, an ji Dezgehekî re werin Şandin?

Na. TENÊ heke hûn Destûrê bidin me, em ê ji kesek an Dezgehek din re bişînin.

K
L
Ma BuBS Berpirsyare di Vekolîn û Şandina Bersiva Giliyê min de?

Na. Em ne Berpirsiyar in di Vekolîna Gilî û Bersivdana wê de. Desthilata Berlînê ya ku gilî wergirtiye Berpirsiyar e. Em tenê Gilî dişînin û pirsa Rewşa Bersivdanê dikin.

K
L
Ez Elmanî nizanim. Ez dikarim tevlî welê jî Gilî bikim?

Erê. Hûn dikarin Gilî bi Zimanê xwe yê Zikmakî bikin. Em bi zêdetirî 16 zimanan diaxivin û dikarin Wergêr ji bo Zimanên din û yê Lalan jî peyda bikin.

K
L
Çi ji Daneyên min yên kesane û Agahdariyan têt, yên ku ez bidim BuBS?

Dane ji bo Lêxebitîn û Formolîkirina Gilî têne Bikaranîn.Tenê heke hûn Destûrê bidin me, em ê ji Sazî(yên) Berpirsiyar re bişînin da ku ew Vekolîne li ser Gilî bikin.Ger hûn vê yekê naxwazin, em ê Gilî bi nenasî bişînin.

Hemî Dane piştî Salekî bê Xwestin tên Jêbirin.

K
L
Çiqas Dem pêwîste heta ku BuBS li Giliyê min bixebite û bişîne Dezgeha Berpirsiyar?

Em herî derng di nava Heftiyekî de li Gilî bixebitin û ji Dezgeha Berpirsyar re bişînin. Di rewşên lezgîn de, em yekser lê dixebitin û dişînin. Hûn ê kopiyekî ji Nivîsa me wergirin.

K
L
Ez ê kengî Bersiva Dezgehê wergirim ?

Mixabin em nikarin tekez bibêjin. Ew li ser Dezgeh û Gilî dimînê.
Wek Mînak, Dezgeha Karûbarên Penaberan (LAF) di nav du Hefteyan de Gilî vedikolîne.Carnan dibê dereng bikeve, ew jî girêdayiye bi Gilî ve.

Heger Bersiva Dezgehê pir dereng bimîne, helbet em ê dîsa bişopînin.

K
L
Ez çawa dikarim Encama Giliyê xwe bizanim?

Hûn ê rasterast ji Dezgeha Berpirsyar, ya ku me Giliyê we jê re şandiye, Bersiva berfireh wergirin. Bersiv wê li ser E-Mail yan Navnîşana Cihê we bêt Şandin. Heger we got me, ku hûn naxwazin em Daneyên we ji Dezgeha Berpirsyar re rêkin, hûn dikarin Destûrê bidin me, ku em Bersivê wergirin. Dûvre em ê Bersivê bişînin ji we re.

Heger we Giliyê xwe bi nenasî dabê me û ti Danyên Têkiliyê nedane, mixabin emê nikaribin Ancamên Giî bigihînin we.

K
L
Gilîkirin, bi Rstî dikarê Alîkariya min bikê?

Mixabin, em nikarin Garantî bikin ku Giliyê we dê Pirsgirêka we Çareser bikê, ji ber em ne Berpirsiyarê Vekolînaê ne.

Tekez Bêdengî Pirsgirêka we Çareser nakê û çêtir e ku hûn bi awayekî çalak li Çareseriyê bigerin.Heta niha bi hezaran Gilî hatine kirin û derdora %65 ji wan hatine Çareserkirin. Ji ber vê yekê, heke hûn Gilî bikin, we Şensek baş heye ku Pirsgirêka we were Çareserkirin.

Gilîkirin belaşe û Şandina wê di Rêya me re pir hêsane û ne burokratîk e.

K
L
Ez ditirsim, Pirsgirêk ji min re derkevin heger ez Gilî bikim.

Li Elmanya Mafê her kesî heye ku Gilî bike. Bê guman çênabê ji ber Gilî Zerer di Kampan li we bibê, an Xerabî di Dezgehan de li we bibê.

Gilî dikarê Pirsgirêka we Çareser bikê!

Herhal, hûn dikarin nenas Gilî bikin û ne mecbûrin, ku Navê xwe bidin me.

êkiliyê bi me re bike! Em ê bi kêfxweşî Şîretan li we bikin, ka çibaşe ku were kirin.

K
L
Min Bersiveke neyînî wergirt. Niha ez dikarim çi bikim?

Bi kêfxweşî hûn dikarin dîsa Têkiliyê li gel me bikin, da ku em bi hev re Gavên din ên pêwîst zelal bikin. Di Rêya me re, hûn dikarin Giliyekî nû li dijî Beriva neyînî bişînin. Emê her weha Şîretan li we bikin,ka hûn dikarin herin kîjan Sazî û Cihên din, yên dikarin Alîkariya webikin.

K
L
Ma BuBS serbixwe ye? / Karê BuBS çawa tê fînanse kirin?

Em bi fermî ji aliyê Senatoya Entegrasyon, Kar û Karûbarên Civakî ya Senatoya Berlînê ve hatine Erkdarkirin û fînansekirin, lê em ji Dezgeh û Karbirêvebirê Kampan serbixwe ne.

Wateya wê:

  • Dezgeh û Karbirêvebirên Kampan ne serwer û hevkarên me ne.
  • Dezgeh û Karbirêvebirên Kampan nikarin tu Dane, Belge an Agahiyan ji me bixwazin.

K
L
Ma BuBS bihtir Pera distînê hger ew bihtir Giliyan wergirê û Tomar bikê?

Na. Sîstêma zêdebûna pera li ser zêdehejmara Giliyan di Karê me nîne.

K
L
Ma karmendên BuBS ji bo Kampekî an ji bo Dezgehekî dixebitin?

Na. Em Saziyek serbixwe ne. Dezgeh û Karbirêvebirê Kampan ne Serwer û Hevkarên me ne û nikarin tu Dane, Belge an Agahdariyan ji me bixwazin.

K
L
Ez dikarim li cem BuBS li ser BAMF Gilî bikim?

Na. BAMF ne Dezgeheke Berlînê ye, lê Dezgeheke federal e (ango ji bo tevahiya Elmanya ye). Em tenê dikarin Giliyên ku li ser dezgehek Berlînê an Cihê penaberan(Kampan) Qebûl bikin.

K
L
Armanca BuBS çiye?

Armancên me ev in:

  • Başkirina Rewşa Penaberan li Berlînê
  • Bi hevre, bi Penaberan, Dezgeh û Karbirêvebirê Kampan re çêtirîn Çareserî bibînin
  • Bihêzkirina Guhdanê li ser Doza Penaberan di Dezgehên Berlînê de
  • Agahdarkirina Penaberan di derbarê Mafên wan de û Piştgirtina Birêveberiya Kampan di di warê kwalîtê û Çakiyê de

K
L
Ma Cihê BuBS-(Odên wê) bê Astengî ne?

Erê.

podkasta me -Deng-

Me ji we re di Podkastekê de bi kurtî gotíye, ku Ofîsa serbixwe a Giliyan ya Berlînê çawa dixebite û hûn dikarin bo kîjan mijaran bi me re Têkilî deynin: